Fatih Gazioğlu
03 Mijdar 2017•Rojanekirin: 04 Mijdar 2017
TBMM
HDP wê ji bo Serokatiya Meclisê Selma Irmaka Parlementera Hekariyê namzed nîşan bide.
Der barê namzediya Serokatiya Meclisê û wezîfedarkirina rêveberiya partiyê de HDPyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li gor vê biryar hat dayîn ku Cîgirserokatiya TBMMyê Parlementera Stenbolê ya HDPyê Pervîn Buldan, Amîriya Rêveberiya Meclisê Parlementerê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, Cîgirserokatiya Koma HDPê jî Parlementerê Mûşê Ahmet Yildirim û Parlementera Stenbolê Filîz Kerestecîoglu bidomînin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji bo Serokatiya Meclisê Selma Irmaka Parlementera Hekariyê wê namzed nîşan bidin.
Selma Irmakê ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya biçek" û "propagandaya rêxistina terorê" 10 sal cezayê hepsê xwaribû û niha jî di girtîgehê de ye.