Koçerên li Herêma Rojhilat û Herêma Rojhilatê Anadoluyê ku debara xwe bi sewalkariyê dikin bi hatina biharê, ber bi zozanên hênik ve koç dikin.
Koçer zivistanê li cihê germ û havînê jî li cihên hênik konên xwe vedigrin. Bi hatina biharê koçeran berê xwe da zozanên hênik. Koçer piştî 45 rojan gihîştin zozana û li vir konê xwe vegirtin. Koçer dê havînê li vir bimînin.
-Êdî li zozana şer tune
Koçeran got ku, bi salan ji ber bûyerên terorî li zozana gelek zehmetî kişandin, lêbelê bi destpêkirina pêvajoya çareseriyê zozan aram bûn. Koçer êdî li zozanan bê tirs heywanên xwe diçêrînin û dixwazin pêvajo berdewam bike.
Halît Kesîciyê ku debara xwe bi sewalkariyê dike û ji zozanê Mêrdînê ber bi zozanê Sêrtê ve ket rê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew 10 rojin di rê de ne.
Kesîcî got ku zivistanê Nisêbîna navçeya Mêrdînê germe û ji bo vê ew zivistanê li wir mane û wiha dewam kir: "Bi saya pêvajoya çareseriyê, em êdî bi rihetî diçin û tên. Hêviya me ew e ku ji vir û pê ve jî wiha dewam bike."
Kesîcî got salên borî rêwîtîya koçeran zehmet bû û wiha axivî: "Carina em di nav şer de asê dibûn. Heywanên me telef dibûn. Carinan ji ber ku operasyon hebûn, em bi rojan di rê de diman. Lê îro êdî tu zehmetî tune û em dixwazin wiha dewam bike."
-Em bi saya berx, zozan û çiyayan debara xwe dikin
Fatîh Aslan jî got ku ew sewalkariyê dikin û wiha axivî: "Bav û kalên me jî koçer bûn. Niha em jî li ser şopa wan in. Em him çanda xwe diparêzin him jî debara xwe dikin. Em jî dikaribûn heywanên xwe bifroşin û di daîreyek apartimanê de bi cîh bibin. Lê em vê nakin. Ji me nebe dê sektora sewalkariyê bimre. Çiya, zozan û berxik ji bo me girîng in."
-"Em bi şev newêribûn agir vêxin"
Ji koçeran Raşît Surer got ku berê bi tirs diçûn zozanan û wiha dewam kir: "Berê em newêribûn bi şevan agir vêxin. Heta me elektrîkên desta jî vênedixist. Lê em niha rihet in."