Önder Beyter
12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
WASHINGTON
Balyozxaneya Tirkiyeyê li Washingtonê der heqê îdiayên hewldanek heye ku serkirdeyê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) Fetullah Gulen bi rêbazên ne hiqûqî ji DYAyê derxin da wiha daxuyand, "Hemû îdiayên ku Tirkiye wê ji bo îadeya Fetullah Gulen serî li rêbazên din ên ji bilî rêgeza hiqûqê bide, derew, komîk û bêbingeh in."
Li gorî daxuyaniya Balyozxaneyê, serkirdeyê FETOyê Gulen plansazê sereke yê 15ê Tîrmehê hewldana derbeyê ye û herwiha hat destnîşankirin, ew çaverê ne ku bi rêbazên hiqûqê ji DYAyê were îadekirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Fetullah Gulenê ku li paş van hemû sûcan ew heye, hê jî li DYAyê disitire, lê ev yek dibe sedem ku gelê tirk pir aciz bibe û şaş û metel bimîne. Gel û hikûmeta tirk li bendê ne ku serkirde Gulen bo Tirkiyeyê bê îadekirin da ku were darizandin. Çawa ku me di adara 2017an da jî got ew hemû îdiayên ku Tirkiye wê ji bo îadeya Fetullah Gulen serî li rêbazên din ên ji bilî rêgeza hiqûqê bide, derew, komîk û bêbingeh in."