Türkan Tosun
12 Mijdar 2017•Rojanekirin: 12 Mijdar 2017
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê de 7 ton û 244 kîlo esrar hat bidestxistin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê operasyona "Cendirmeyê Şehîd Kadîr Gorgulu" ya ku ji 9ê mijdarê saet 19.00an pê va li navçeyên Lice, Hazro, Kocakoy û Kulpê hatibû destpêkirin bi serkeftî temam bû.
Di operasyonê de terorîstek hat berterefkirin û 6 şikbar jî hatin girtin, gelek sitargehên terorîstan hatin îmhekirin.
3 keleş, 4 muhîmatên djetankan, 3 demançe, 6 bombeyên destan, bêtêl,15 funyeyên biceyran, tivîngên nêçîrê, 565 fîşeng, 16 şarjor, di nav 24 bîdon, wesayît û 3 çenteyên piştan de tîvîngên piyedayê yên M-16 û gelek melzemeyên din jî di operasyonê de hatin bidestxistin.
Li navçeyên Lice û Kocakoyê 564 kîlo xubar, 6 ton 680 kîlo toz bi tevahî 7 ton û 244 kîlo esrar hat bi destxistin. Ji bilî vê 2 hezar û 750 kirkik û 800 kîlo toxîmê kirkirkan hat bidestxistin.
- 47 ton esrar hat imhakirin
Ji hêla din 47 ton esrarê ku demek berê li Liceyê di operasyonê de hatibû bidestxistin jî ji hêla Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr va hat îmhakirin.