04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ANKARA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der heqê rojevê da xeberda.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê êrîşa terorê ya li Ortakoya Stenbolê da wiha got: "Nasnameya êrîşkarê êrîşa terorê ya li Stenbolê hat kifşkirin."
Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva di mijara 15ê Tîrmehê da helwesta dewletên Rojavayê rexne kir û wiha peyivî: "Piştî 15ê Tîrmehê bi taybetî dewletên Rojavayê xetayên mezin kirin. Hin ji wan bi hestên li dijî Tirkiyeyê xwestin derbe bi ser bikeve."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu ji bo li Sûriyeyê binpêkirina agirbestê ya hêzên rejimê wiha got: "Heke em binpêkirinê nedin sekinandin, dibe ku pêvajoya Astanayê jî çênebe."
Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva der barê binpêkirina agirbesta li Sûriyeyê da wiha got: "Piştî peymana agirbestê em dibînin ku tê binpêkirin. Dema em lê dinihêrin Hizbullah, bi taybetî jî komên şiî û rejim binpê dike."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der barê Îranê da wiha got: "Divê Îran jî (li Sûriyeyê) pêdiviyên garantoriya xwe bi cih bîne. Divê giraniya xwe bide ser milîsên şîe û rejimê."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir ku berterefkirina terorê wezîfeya me ya eslî ye û wiha got: "Gelo em çima diçin Qendîlê li PKKyê dixin? Niha li Şingalê, ji wê derê tên. Wexta ku ji aliyê Sûriyeyê ve werin dîsa em ê herin wan terorîstan berteref bikin, ev wezîfeya me ya eslî ye."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir ku DYA bona me hevkarekî pir giring e û wiha xeberda: "Di her mijarê da hevkariya me heye. Lêbelê niha rastiyek heye; qeyrana pêbaweriyê."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir bi Rûsyayê ra axivîne ku divê PYDya rêxistina terorê di mizakereyên li Astanayê da cî negire û got ku Rûsyayê jî vê fehm kiriye.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu wiha axivî: "Em dizanin ku PYD/YPGyî li Minbicê ne. Weke ku duh Birêz Serokomarê me jî jê (Obama) ra got. Obama got ku divê ev ûnsûr vekişe rojhilata Feratê, ew jî wek me difikire."
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu der heqê êrîşakarê ku sûîqesta dijî Balyozê Rûsyayê yê Enqerê li dar xist da wiha got: "Li gor agahî û daneyên di destê me de ev kes girêdayî rêxistina terorê ya FETOyê ye."