Abdullah Tel
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
DENÎZLÎ
Li qadeke daristanê ya ser Pamukkaleya navçeya Denizliyê kesekî ku derketibû ser berbanka temaşeyê û dixwest wêneyen tê da berf xuya bike bikşîne şiqitî û di zinar da ket. Ew kes ji hêla ekîbên agirkujiyê va jî hat xilaskirin.
Şahîn Cengiz (27) û tevlî sê hevalên xwe derketin berbanka temaşeyê ya li texma Gozkaya ya ser Taxa Bagbaşiyê û xwestin ku ji cihê bilind wêneyê çar aliyê bajarê di bin berfê da maye ji dûr va bikşînin. Cengiz di dema wêne kişandinê da şiqitî û ji di zinar da ket.
Cengizê ku berbijêr tilol bû bi qasî 30 metreyê gêr bû û bi guliyê darekê girt û sekinî.
Hevalên wî piştî ku xeber dan meqamên rayedar ekîbên tenduristiyê, yên agirkujiyê û polês sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên agirkujiyê hatin cihê bûyerê tewdîrên xwe hildan û bi xebata nêzî saetekê ajot Cengizê hindik mabû biqefile xilas kirin.
Derket holê ku piyê Cengiz ê çepê şikestiye û li ser mudaxeleya ewil ew şandin Nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkaleyê.