Abdullah Tel
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
ANKARA
Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê va der barê 59 kesên hat tesbîtkirin ku "pereyê himet"ê yê Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) li ser navê rêxistina FETOyê di hesabên li Bank Asyayê vekirine da razandine, biryara binçavkirinê hat derxistin.
Serdozgeriyê daxuyanî da ragihand ku Saziya Lêkolîna Sûcên Darayî (MASAK) tespît kir ku pereyê hîmet"ê yê li ser navê FETOyê hatine berhevkirin ji bo balê nekişînin li hesabên di Bank Asyayê da hatine razandin. Li ser vê tespîtê jî jêpirsînê dest pê kir.
Bi telîmata serdozgeriyê ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê ji bo qefaltina 59 gumanbaran dest bi operasyona hevdem kirin.
Di çarçoveya operasyonê da heta niha 29 gumanbar hatin qefaltin û ji bo îfadedayînê ew birin Midûriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê.
Ji bo qefaltina gumanbarên firarî jî xebat didomin.