Fatih Gazioğlu
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
VAN
Li Erdîşa navçeya Wanê masiyên încî kefalê di dema xerzdanînê da koçî avên şirîn dikin. Koça masiyan dewam dike û ji welatiyan eleqeyeke mezin dibîne.
Di Çemê Bendîmahiya li navçeya Erdîşê de masî berevajî herikîna avê avjeniyê dikin û dema ku rastî astengan tên jî xwe çeng dikin. Ji bo dîtina masiyan her sala gelek kes tên Çemê Bendîmahiyê û dibine şahidê koça masiyan.
Di Gola Wanê da wek cureyên masiyan tenê încî kefal heye û dema xerzdanîna kefalê jî her sal di navbera 15ê nîsan û 15ê tîrmehê de dest pê dike û masî berê xwe didin ava şirîn.
Qaqlibaz jî ji bo nesîbê xwe her sal di van deman de li ser çem difirin.
Berpirsyarê Benda Masiyan ya li ser Çemê Bendîmahiyê Îzzet Şevketoglu daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got dûmahiya hefteyê bi hezaran kes ji bo ku rêwîtiya masiyan temaşe bikin tên herêmê.
Şevketoglu got ev jî herîz zêde bi kêrî turîzmê tê û wiha axivî:
"Benda masiyan ciyekî qasî 400 donim e û ev der bi taybetî tê parastin. Dûmahiya hefteyê qasî 5 hezar kes tên vê derê û koça masiyan temaşe dikin. Ev koçeke normal e û li gor min mucîze ye. Dîmenên gelekî xweş derdikevin holê. ji bajarên rojavayê jî gelek turîst tên. Li vê derê ji aliyekê jî qaqlîbaz nesîbê xwe digerin. Kosî jî xerzê masiyan dixwin. Em ji bona ku ev xweşikî her dem dewam bike şev û roj dixebitin. Li vê derê em 30 kes in û bona xizmeta turîstan û paqijiya herêmê dixebitin."
- "Divê her kes bê vê derê û van xweşikiyan bibîne"
Ji welatiyan Alî Genç got ew bona dîtina koça masiyan ji Meletyeyê hatiyê vê derê û herêm gelekî ecibandiye. Genç wiha got:
"Erdîş ciyekî gelekî xweş e. Têkoşîna masî û qaqlîbazan dîmênên xweş derdixîne holê. Ez ji hemû kesan re tewsiye dikim. Bila bên vê derê û van xweşikiyan miheqeq bibînin."
Ji welatiyan Samî Aktuna jî got ew ji Enqereyê ji bona karekî hatiye herêmê û bi dîtina koça masiyan gelekî kêfxweş bû. Aktuna diyar kir ev koç keremeke Xwedê ye û divê her kes bê vê derê û van xweşikiyan bibîne.