Abdullah Tel
16 Mijdar 2018•Rojanekirin: 16 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Ji bo Cemal Kaşikçiyê ku nivîskarê Washington Postê bû û di Serkonsolosxaneya Stenbolê ya Erebistana Siûdî da hatibû kuştin, îro nimêja cinaze ya xiyabî hat kirin.
Îro piştî nimêja înê wê li Mizgefta Fatîhê ya Stenbolê ji bo rojnameger Kaşikçi nimêja cinaze ya xiyabî bê kirin û hevalên wî yên rojnameger ên ji çar aliyê dinyayê hatine jî wê beşdar bibin.
Şêwirmendê Serokê Giştî yê AK Partiyê Yasîn Aktay ji ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam weşand û ragihand ku îro li Mizgefta Fatîhê ya Stenbolê û Mizgefta Kocatepe ya Enqereyê ji bo Kaşikçi piştî nimêja înê nimêja cinaze ya xiyabî hat kirin.
Ji hêla din va Serokê Komeleya Çapemeniya Tirk-Ereb (TAM) Turan Kişlakçi jî di peyama xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da destnîşan kir ku ji bo Kaşikçi bajarên Enqere û Stenbol jî di nav da wê li Mekke, London, Parîs, Washington, Îslamabad, Jakarta, Rabat, Tûnis û Kuweytê jî nimêja cinaze ya xiyabî hat kirin.