Muhammet Kurşun
02 Îlon 2017•Rojanekirin: 03 Îlon 2017
TRABZON
Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, der barê dîwarê ku li sînorê Tirkiye û Îranê tê lêkirin de got: "Dîwarê li sînorê me xelas dibe. Bi taybetî yê sînorê îranê, em dibêjin wê ji sisêyan du îsal xelas bibe. Me nû dest pê kir, lê xebat bi awayekî ciddî didomin. Îran jî di vê mijarê de ji derbasbûna sînoran bigilî ye."
Wezîr Soylu piştî bernameya eydaniya Şaredariya Trabzonê bo rojnamevanan axivî û got dê operasyonên li dijî terorê zivistanê jî bidomin û navber di vê mijarê de tuneye.
Soylu wiha axivî:
"Bi taybetî di mehên îlon, çiriya pêşîn û ya paşîn bila welatiyên me li benda mucadeleyeke mezin bin li dijî terorê. Li hemberî vê wê hewl bidin ku çalakiyan bikin. Ev vekirî û eşkere ye. Loma em hemû nirxandinan taqîb dikin."
Li ser dîwarên li sînor tên lêkirin jî wiha agahî da:
"Lêkirina dîwarê sînorê Îranê talîmata Serkomar û Serokwezîrê me bû. Dîwarên li sînorê me xelas dibin. Bi taybetî yên sînorê îranê, em dibêjin wê ji sisêyan du îsal xelas bibe. Me nû dest pê kir, lê xebat bi awayekî ciddî didomin. Îran jî di vê mijarê de ji derbasbûna sînoran bigilî ye. Em vê jî xelas bikin, emê çûnûhatinên Erzirom, Qers û wan deveran asantir kontrol bikin. Dîwanê li sînorê Sûriyê jî li ber xelasbûnê ye. Ji bo dîwarekî ewlehiyê li sînorê Iraqê jî xebatên me didomin."