09 Îlon 2016•Rojanekirin: 10 Îlon 2016
ANKARA
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo xebatên restorasyon û avakirina Sûra navçeya Diyarbekirê ku ji ber êrîşên PKKya rêxistina terorê zirareke mezin çêbû, qederê 2 milyar lire budçe veqetand.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê di serî da Sûra Diyarbekirê ji bo ciyên ku ji ber terorê zirar dîtin xebat tên kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo avakirina avahiyan, tezekirina xetên avê, restorasyona avahiyên dîrokî û çêkirina ciyên teze wezaretê qederê 2 milyar lire budçe veqetand.
Daxuyaniya Serokwezîr Yildirim a der heqê pakêta piştgiriya aborîyê ya ku wê ji bo Başurê Rojhilat bê kirin hat bibîrxistin û hat gotin ku di nav wan derên welatî lê dijîn da Sûr a navçeya Diyarbekira 61 hezar û 115 kes lê dijîn û di êrîşên terorî da welatiyên wê derê ji mal, nan, av û karên xwe bûn û ji ber vê jî ew der di rêza ewil da cih digire.
Hat gotin ku kar û xebatên wezaretê ya li herêmê bênavber dewam dike û bi saya ofîsên îrtibatê yên ku li herêmê hatin vekirin va welatî 'gav bi gav' tên agahdarkirin.
Enqaz wê di nav mehekê da ji holê bê rakirin
Daxuyabiyê da hat diyarkirin ku li Sûrê karên xerakirina cih û derên bûne xirbe û rakirina enqazên wan wê di nav mehekê da bên hel kirin û ji bo avakirina 4 hezar avahî yên li texma Çolguzelî û Uçkuyularê jî xebatan dest pê kir û tê hêvîkirin ku hezar avahî heta dawiya salê bên temamkirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Tê pîlankirin ku bi tenê ji bo bicîbûnê na ji bo normalbûna binesazî, çand û jiyana civakî ya herêmê jî veberhênanê bên kirin. 25 hezar û 686 mêtre xeta ava vexwarinê, 28 hezar û 474 metre xeta kanalîzasyonê jî ewê di serî da bên çêkirin."
Mizgefta Qurşunliyê û 11 berhemê bên restorekirin
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku Mizgefta Qurşunliyê ya ku 500 sal e li piyan e di êrîşan da zehf zirar dît, Mizgefta Qurşunliyê û 11 berjehemên dîrokî jî ewê bi lez û bez bên restorekirin.