09 Îlon 2016•Rojanekirin: 09 Îlon 2016
DIYARBAKIR
Di çarçoveya doza sereke ya KCKya rêxistinbûna sereke ya PKKya rêxistina terorê da der heqê Osman Baydemir, Dîrayet Taşdemir, Çaglar Demirel, Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu û Nadîr Yildirim ê ku parlementerên HDPê ne da biryar hat dayîn ku wan bi 'zorê bînin' dadgehê.
Derket holê ku biryara bi 'zorê bînin' dadgehê ji ber di dosyaya dozê da tape û dengên ku wek delîl cih digirin û ji bo ji hêla heyeta pisporan va bên tespîtkirina ku gelo ew bi rastî jî yên parlementeran in yan na? hat dayîn.
Li gor agahiyên hatin hildan qanûna ku der heqê parêzbendiya parlementeran a veguherîna Makezagonê da piştî di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê darizandina parlementeran dest pê kir.
Di vê çarçoveyê da ji ber ku Osman Baydemir, Dîrayet Taşdemir, Çaglar Demirel, Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Besîme Konca, Alîcan Onlu û Nadîr Yildirim beşdarî doza sereke ya KCKê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Diyarbekirê di 5ê Îlonê da hat kirin, nebûn biryara bi zorê bînin hat dayîn.
Parlementeran der heqê dosyaya dozê da îtiraz kiribû ku ew tape û deng ne yên wan in lê ji ber ku neçûn dadgehê analîza deng nehat kirin û derket holê ku ji bo tespîtkirina analîzê ev biryar hatiye dayîn.