Muhammet Kurşun
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
ANKARA
Ji bo Cîgira Serokê Giştî yê HDPê Aysel Tuglukê ji ber sûcê "rêvebera rêxistina terorî" heta 22,5 sal cezayê hepsê tê xwestin.
Parêzerên Tuglukê beşdarî rûniştina li 17emîn Mehkemeya Cezayên Giran li Enqereyê bûn. Hat diyarkirin ku Tugluk li Hepisxaneya Kandirayê girtî ye ji ber tenduristiya xwe beşdarî rûniştinê nebûye.
Dozger anî ziman ku KCD/DTK rasterast girêdayî PKK/KCKê ye û Tugluk jî rêvebera wê ye.
Li ser vê yekê jî ji ber "rêveberiya rêxistina terorî ya çekdaré daxwaz kir ku ji 15 heta 22,5 sal ceza bo Tuglukê were birrîn.
Parêzeran jî daxwaza demê kir û xwestin ku muwekkila wan were texliyekirin.
Heyeta mehkemeyê dem da parêzeran lê daxwaza texliyeyê red kir.