Muhammet Kurşun
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
DIYARBAKIR
Parlamenterê HDPê yê Qersê Ayhan Bilgen ku di çarçoveya lêpirsîna terorê de hatibû girtin li ser daxwaza parêzerên wî hat texliyekirin.
Li 5emîn Mehkemeya Cezayên Giran a Diyarbekirê Bilgen ji 3 sûcên cuda bi 23 salan tê mehkemekirin. Parêzerên Bilgen daxwaz kirin ku muwekkilê wan serbest were mehkemekirin.
Heyeta mehkemeyê rewşa Bilgen nirxand û biryar da ku were texliyekirin.