Önder Beyter
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
VAN
Ji bo astengkirina nêçîra qaçax a di dema koça Încî Kefaliyan de ku di Gola Wanê da dijîn û ji bo ku hêkê dayne, berevajî soberiyê dike û xwe digehîne çavkaniyên ava şêrîn, xebat dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê da Gola Wanê û dewrûbera wê wê timî bi dronean va were şopandin.
Încî Kefalî ku di gola herî mezin a Tirkiyeyê ya ku 3 hezar û 731 kîlomêtrokare ye da dijî, di 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê ku serdema lihevzêdebûna wê ye da koçî delavên ava şêrîn dike.
Încî Kefaliya ku di vê koçê da dîmeneke bêhempa nîşan dide, ji bo ku nebe hedefa nêçîra qaçax, peywirdar xebatan dimeşînin.
Ji bo rê li ber nêçîra qaçax were girtin, bi pêşentiya Walîtiya Wanê û bi destê Midûriyeta Parêzgehê ya Xida, Çandinî û Heywandariyê, Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, Fermandariya Cendirmeyê ya Parêzgehê û Navenda Sepan û Lêkolînê ya Încî Kefalî ya Zanîngeha Yuzunci Yilê belavok hatin çapkirin.
Li gola ku wê bi "drone"yan timî were şopandin, ji bo ku rê li ber nêçîr, firotin û veguhastina Încî Kefaliyan were girtin, ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Parêzgehê jî wê bi tekneyan va timî peywira dewriyeyê bi cih bînin.
Hat ragihandin ku der heqê kesên ku qedexeyê binpê dikin da wê miemeleyên îdarî bên bicihanîn.
Alîkarê Midûrê Navenda Sepan û Lêkolînê ya Încî Kefaliyan a Fakulteya Berhemên Avê ya Zanîngeha Yuzunci Yilê Peywirdarê Lêkolînê Dr. Altug Atici da bibîrxistin, ji bo ku nesla Încî Kefalî dewam bike, di maweya lihevzêdebûnê da nêçîra Încî Kefalî qedexe ye û wiha bal kişand, "Di vê serdemê da dem û dezgehên eleqedar xebatên cidî dikin."
- "Em broşuran belav dikin û agahiyê didin însanan"
Atici bal kişand ku di serdema lihevzêdebûnê da heger ji çem qûm were derxistin, ev yek li ser Încî Kefalî xetereyeke mezin çêdike û wiha dewam kir:
"Ji ber hindê jî êdî kontrol û teselî wê zêde bin. Heger nêçîra qaçax çêbe jî dibê firotana van were astengkirin. Em ê bi dezgehên eleqedar ra ciyên firotanê timî teselî bikin. Der heqê nêçîra qaçax da me broşur çap kirin. Em van belav dikin û agahiyê didin însanan. Em ê ligel hêzên ewlekariyê pergala şopandina hewayê saz bikin û bi dronean va timî teseliya Gola Wanê û dewrûbera wê bikin. Em ê biçin dibistnan û der heqê vê yekê da em ê agahiyê bidin zarokên xwe da ku di piçûktiya xwe da bi vê yekê beled bin."