İbrahim Atmaca
01 Nîsan 2018•Rojanekirin: 02 Nîsan 2018
VAN
Îraniyên ku ji bo tetîla Cejna Newrozê ya li welatê xwe hatine Wanê, di çalakiya ku Şaredariya Edremîtê organîze kir da kêf û şahî kirin.
Tûrîstên Îranî Mihrîcana Danûstandinê ya Wanê ji xwe ra kir firsend û ji xwe ra danûstandin kirin. Şaredariya Edremitê ji bo tûrîstên Îranî bê pere tûra tekneyê li dar xist. Îraniyan beriya tûrê û piştî tûrê li ber muzîkê lîstik leyîstin û kêf kirin.
Tûrîstên Îranî bi malbatên xwe va cihên tûrîstîk ên bajêr geriyan û bi têlefonên xwe yên destan û kamereyên xwe va wêne û dîmena cihên tûrîstîk kişandin.
Qaymeqamê Edremîtê û Cîgirê Şaredar Atif Çîçeklî jî bi Îraniyan ra tûra tekneyê avêt. Çîçeklî got ku ew dixwazin bajêr bi mêvanan bidin nasîn û potansiyelê bidin nîşanî wan.
Çîçeklî diyar kir ku wan ji bo tûrîzmê gelek xebat kirin û wiha dewam kir:
"Me xwest ku Wan, Edremît û 'Behra Wanê' bibînin. Em dixwazin bibînin bê ka ev der çi qas xweş e û cihê kêf û şahiyê ye û ji bo ku di mehên havînê da werin vê derê me ev organîzasyon tertîb kir. Li bajarê me berî niha plajeke gel tunebû. Mixabin plajên ku ji bo tûrîzma behr, qûm û tavê hewce dikin, tunebûn. Piştî ku asayîş çêbû me derfetên xwe yên tûrîzmê jî derxistin holê û havîna par me plaja xwe ya yekem vekir. Nêzî sedî 40î mêvanên me Îranî bûn. Rojê nêzî 3 û 5 hezar mevanên me, tûrîstên me ev plaj xebitandin. Înşeallah em ê îsal jî ya duyemîn vekin û ji bo ku mêvanên me ji Behra Wanê mifadar bibin, em ê derfetên xwe çêkin."
Îraniyên ku derketin tûra tekneyê gotin ku Tirkiye welatekî pir xweş e. Hin Îraniyan got ku ew li Tirkiyeyê çûn gelek bajaran, lê bajarê herî xweş Wan e û ji bo çalakiya ku Cîgirê Şaredar Atif Çîçeklî ji wan ra li dar xist, spasiya Çîçeklî kirin.