15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Nûnerên eşîrên li Diyarbekirê bertek nîşanî êrîşên PKKya rêxistina terorê dan.
Nûnerên eşîrên Metînan û Şahînan bertek nîşanî erîşên PKKyê yên dawîn dan û destnîşan kirin ku divê her kes li hember rêxistina terorê dengê xwe derxe.
Reşît Akiciyê nûnerê eşîra Metînan diyar kir ku ji ber hin sedeman tevlî civîna li Wanê nebûne lê wek eşîr pişrgiriyê didin tiştên ku li wir hatin gotin.
Akici diyar kir ku rêxistina terorê piştî çal û barîkatan berê xwe daye sivîl û siyasetmedaran û got ku wek eşîr li dijî êrîşên rêxistinê ne.
Akici destnîşan kir ku li cem dewletê cî digirin û wiha got: "Em naxwazin dewlet perçe bibe. Em wek eşîrên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê her dem li cem dewletê cî digirin û em ê tim wisa bikin."
Akici wiha pê da çû:
"Em êrîşên dijî endamên eşîran, sivîlan û bi wesayîta bombebarkirî şermezar dikin. Dibê demildest dev ji van êrîşan berdin. Ev zirarê didin gelê kurd. Dibê PKK demildest dev ji bûyeran vekişîne û bê şert û merc dec ji sîlahan berde."
"Dibê êm bêjin êdî bes e"
Akici bal kişand ku PKK bi van êrîşên dawîn da dixwaze ku gelê herêmê berî hev de û axivî:
"Heke mafê yekî diparêzin bi kuştina wî nikarî biparêzî. Dibê bi rêyên siyasî û demokratîk em çareser bikin. Hemû gelên ku li Rojhilat û Başûrê Rohilatê dijîn dibê em bi hev ra derkevin rast û bestan bêjin "Qiral rût e". Dibê ji vê ra bêjin bes e. Belê dibe ku me tehdîd bikin, dibe ku bikujin lê belê ji heq dibê em bêjin êdî "bes" e."
"Li vî welatî alayeke din nabe"
Mehmet Saît Gulçerê nûnerê eşîra Şahînan jî got piştgiriyê didin danezana serokên eşîran a li Wanê, dibê ev beriya vê bihata kirin.
Gulçer diyar kir ku heke di roja rojîn da hewleke wiha bidana mimkun bû ku gelek tişt bên çareserkirin û got ku ew wisa bawer dike dema eşîr dest bidin hev û ji hev ra rast bin wê bikaribin ji bin vî barî derbikevin û wiha pê da çû: "Em hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê ne û di bin vê alayê da dijîn. Em ji alaya xwe hez dikin. Alaya me yek e û li vî welatî alayeke din nayê qebûlkirin. Bila kes kesî nexapîne. Em li dijî êrîşên terorî ne û ew êrîş ji zirarê didin welêt."