Abdullah Tel
15 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2016
İSTANBUL
Serokwezîr Yildirim: "Îro li vê derê bi tenê cihê BDDK û SPKya ku me bingeha wan avêt tuneye di heman demê da saziyên din jî hene. Ez li vê derê bang dikim, bila Bankeya Navendî, Bakeya Zireatê, Bankeya Xelqê, Waqifbank di serî da hemû banke demildest bila bên vir û li vê derê bingehê xwe biavêjin. Navenda Fînansê ew e ku hemû bên bal hev û hêzên xwe bikin yek. Lê heke hûn yek yek bên wê çi bibe. Wê wext derbas bibe û projeyên ku em dixwazin wê di wextê da bi cih neyên."
"Em dibêjin serokatî. Em dibêjin serokatî ji bo Tirkiyeyê hewce dike. Di serokatiyê da îradeya xurt a siyasî heye, di serokatiyê da îstiqrara bi tena serê xwe heye, di serokatiya yekîtî, bihevratî û biratiya Tirkiyeyê heye. Heke hûn ne serokatî modeleke nû pêşniyaz dikin kerem bikin em herduyan jî ji milet bipirsin, qirarê ku milet da li ser serê me û ser çavên me ye."
"Karekî me yê din maye. Dibê li Tirkiyeyê îstiqrar dewam bike. Îstiqrarê dewam bike. Tirkiyeyê mezinbûna xwe bidomîne. Ewê çito be? Bi serokatiyê ewê bibe. Em nika ji partiyên siyasî ra dibêjin we gişka soz daye gel, me jî soz daye. Soza CHPê jî MHPê jî heye. Me got çi? Me di her hilbijartinê got em ê qanûna bingehîn a teze çêbikin û li Tirkiyeyê îstiqrarê mayînde bikin. Mayîndebûna îstiqrarê serokatî ye. Ku wisa nebe mêze bikin di 7ê hezîranê da çi hate serê me. Hikûmet nehate avakirin. Heke wisa dewam bikira Tirkiyeyê îro li dijî PKK, FETO, DEAŞê ma dikaribû têkoşîn bida? Xwedêkirî gel eva dît û biryara xwe guherand. We di 1ê mijdarê da AK Partî anî serê kar. Bi vî awayî ji bo gel ji îqtidarên zeyîf biparêzin û yekîtiya wan bi quwet bikin serokatî lazim e."