11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 11 Hezîran 2016
KONYA
Li Qonyayê di çarçoveya jêpirsîna dijî "Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Paralel" (FETO/PDY) da hin hîndekarên ku hat tespîtkirin ji ser hesabên wan bi navê "bexş"ê pere ji hesabên Zanîngeha Mewlana û Weqfa Perwerdehî, Lêkolîn, Sihet û Çandê ya Gevher Sultanê (GESAV) ra hatiye şandin gotin ku hay ji vê yekê tunene û xwe parastin.
Lijneya Kontrola Bacê ya Wezareta Darayiyê di çarçoveya jêpirsîna der heqê FETO/PDYê ya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Qonyayê va tê birêvebirin da li hesabên Zanîngeha Mewlana û GESAVê ya ku heyeta qayyum hatibû tayînkirin mêze kir û îfadeya kesên ku bi navê "bexş"ê pere razandibûn stend.
Hat îdiakirin ku haya hin hîndekaran tune ku li ser navê wan pere hatiye bexşandin.
- Perê ku dibêje hatiye îadekirin wek "bexş" hatiye qeydkirin
Di lêkoşînan da hat tesbîtkirin ku A.K. dem dem di navbera 250 û 750 lireyî da pere bexşandiye saziyên ku navê wan tê gotin. A.K. di îfadeya xwe da dibêje ku li Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Mewlanayê wek hîndekar mehaneyê distîne û endamê Zanîngeha Mewlana an jî GESAVê nîne û tu alîkarî jî nedaye wan.
A.K. got hesabê ku dibêjin min jê pere bexşandiye hasabê min ê mehaneyê ye û wiha axivî: "Min ji bo vî hesabî wekalet nedaye tu kesî. Daxwazeke min a wek pera bibexşînim ciyekî jî tune."