11 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
ANKARA
Kozikên DAEŞê yên li bakurê Sûriyeyê bi obus û operasyona hewayî ya blafirên şer ên hêzên koalîsyonê hatin îmhekirin û di operasyonan da 31 endamên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê do li dijî kozikên DAEŞê yên li bakurê Sûriyeyê bi obus, rokêtên katyuşayê û topên hewanê êrîş hat kirin û 33 hedef hatin îmhekirin.
Wek mayîn balafirên şer ên hêzên koalîsyonê jî li herêma Cakkayê 5 û li herêma Dudiyanê 4 bi tevahî 9 operasyona hewayî kirin.
Hat diyarkirin ku di operasyonan da 31 endamên DAEŞa rêxistina terorê hatin kuştin.