Ferizat Kaya
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2018
MALATYA
Meteorolojiyê ji bo bajarên Meletye, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya toz û xubarê da.
Li gor agahiyên Midûriyeta Herêma 13emîn a Meteorolojiyê, li herêma Rojhilat wê hewa kêmewrî be. Germahiya hewayê li van 5 bajaran wê li gor demsalê bi qasî 1 û 3 pileyan zêde be.
Her wiha li van 5 bajaran ba û bagera ku ji başûr û rojhilatê başûr va tê bi xwe ra xubar û tozê jî tîne. Ji ber vê yekê rayedaran ji bo zarok, nexweş, kal û pîran hişyarî da.