Haydar Şahin
17 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
MALATYA
Ji bo Meletiye, Elezîz, Tuncelî, Bîngol û Adiyemanê hişyariya cemedê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 13an a Meteorolojiyê, hetanî sibê şebeqê hewaya herêmê û ewrsayî be.
Li bendê ne ku li 5 bajaran germahiya hewayê ji ya demsalê kêmtir be, ba rabe û carcaran jî guj be.
Li van bajaran bi şev û ber destê sibê dibe ku cemed çêbe, mij bikeve û puk rabe ji ber vê rayedaran hişyarî dan ku bira welatî baldar bin û bê tevdîr dernekevin rê.