13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
GAZÎANTEP
Xwebexşê alîkariyê Faris Ebû Îslam ji bo xilaskirina sivîlên li Heleba di bin abloqe û êrîşê da, bala xwe nedida talokeyan û jiyana xwe dikir metirsiyê. Farîs, kurtedemek piştî ku qeyda deng ji AAyê ra şand di bombebaranê da can da.
Li Heleba ku ji ber êrîşên ûris, rejim û milîsên şîe yên ku Îran li pişt wan e, kawil bûye û mîna xirabeyan xuya dike, ji ber abloqe û bambardûmanan mafê jiyanê tê astengkirin û herwiha li Helebê roj tune ku sivîl neyên qetlkirin. Di bordûmanên li ser bajêr da digel sivîlan kesên ku xwe digehînin hawara mirovan jî can didin. Faris Ebû Îslam (27) jî xwebexş alîkarî dida dezgehên xêrxwaziyê û ji ber hindê jî wekî "milyaketê xêrê" dihat naskirin, bû hedefa êrîşan.
Faris Ebû Îslam çû hawara malbateke ku di nava pevçûnan da ma û ew gihandin herêma ewle û paşê dema ku vedigeriya mala xwe, fuzeyek li nêzîkî wesayîta wî ket. Farîs di teqînê da birîndar bû, lê digel ku midaxale hat kirin nefilitî û can da.
- Xwebexşê xêrxwazî û alîkariyê
Hat ragihandin ku Faris li Helebê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê vir va alîkarî dida dezgehên xêrxwaziyê yên wekî ÎMKANDERê. Dema ku alavên alîkariyê digehîştin herêmê, Farîs roleke aktîf dileyst û alavên alîkariyê digîhand malbatên xewcedar.
Di 26ê nîsanê da bombe li xaniyekî ku di banê ÎMKANDERê da xizmet dida sûriyeyiyan ketibû û di dîmenan da Farîs hewl dida ku hevalên xwe yên ku bi hev ra dixebitîn xilas bike. Farîs wê çaxê 4 hevalên xwe winda kiribû.
- Sozên dawîn
Nûçegihanê AAyê ji bo rewşa dawîn a li Helebê têlefonî Faris kiribû û Faris gotibû herêmên ku tirkmen lê dijîn ên Helebê tu dibê di navbera rejimê û PKK/PYDya rêxistina terorê da hatine parvekirin.
Îslam bal kişandibû ku di destê komên tirkmen da ciyek nema, li herêmê ciyekî ku xizmeta tenduristiyê bide tune. Faris got ku ligel hemû tiştan hêviya wan neşikestiye û wiha axivî: "Xwedê Tealayê me ji bîr neke û ewê ji me ra deriyekî veke. Birayên me yên micahîd jî ew ê ji wî deriyî ra bên û me xilas bikin. Nika bi tenê Tirkiye bi me ra ye. Welatên din em ji bîr kirin. Tirkiye û birayên me yên li Tirkiyeyê me ji bîr nakin, Xwedê jî wan ji bîr neke."
Faris Ebû Îslam diyar kiribû ku merivên li Helebê yek û yek dimrin û wiha pê da çûbû:
"Li vir tişta herî mezin tirs e. Her kesî destê xwe daye ser dilê xwe. Dengê bombeyan tê û her kes digirî. Av û ceyran tuneye. Litreya avê 20 lire ye, nan tuneye. Wexta bibînî jî 4 nan 10 lire ye. Rojek heye, rojek tuneye. Xaz, savar û birinc tuneye."
Îslam diyar kir ku însanên li Helebê êdî nikarin li ber xwe bidin û wiha got: "Me dev ji xwe berdaye, ka sûcê zarokan çi ye?"
- Helalî xwest
Faris demek beriya teqînê qeyda deng ji nûçegihanê AAyê ra şand ku dengê guleyan dihat û wiha digot: "Li kuçe û kolanan şer heye. Em nikarin derkevin derva. Heqê xwe helal bikin. Me ji bîr nekin."