13 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2016
GAZÎANTEP
Serokê Meclisa Gel a Helebê ya Hikûmeta Sûriyeya Berwext Brita Hagî Hassan diyar kir ku ji duh vir va embarên xwarin û xurekê yên li Helebê ketin destê rejim.
Hassan ji bo balê bikşîne ser drama mirovahiyê ya li Helebê diqewime bi parlementerên Fransayê yên li Tirkiyeyê ne ra hat bal hev û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku rejima Esed piraniya bajêr xist bin kontrola xwe.
Serokê Meclisa Gel a Helebê ya Hikûmeta Sûriyeya Berwext Hassan got ku li bajêr qada sivîl lê dijîn her diçe teng dibe û ji ber vê jî di bombebaranê da zirara mirovan zêde dibe.
Hasan ragihand ku hêzên rejimê di qadeke teng da mirovan kom dikin û wiha pê da çû: "Rejimê ji duh vir va embarên me yên li Helebê bi dest xistin, dest da ser embarên ar û niha li Helebê xurek nema. Meclisa herêmî ya Helebê jî dagir kir. Ji ber vê jî şert û mercên ji bo jiyînê zehmettir bûn. Li heyatê mayîna me zehmet bû. Rojek du roj berê ji bo çareserkirina pirsgirêka nan me formulek dîtibû. Lê tiştên duh qewimîn rê li ber vê jî girtin. Êdî nan jî nema. Em li rewşa Helebê ne wekî têkçûna Helebê, em wekî dagirkirina Helebê dinirxînin. Rewş her ku diçe xerabtir dibe."
Ji bo rewşa Helebê ya ku her diçe xerabtir dibe Hassan bangî welatên çar aliyê dinyayê kir û wiha dewam kir: "Divê rê û dirbên mirovahiyê bên vekirin û mirov bên xilaskirin. Jixwe êdî liberxwedan nema û her kes li benda mirinê ye. Heleb wê çi demê têk biçe ez nizanim. Lê înşallah evê nebe."