Haydar Şahin
04 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2018
ŞANLIURFA
Şaredariya Siwêregê ji bo çivîk zivistanê di hewaya sar da lê sitar bibin punikên çivîkan di darên li park û baxçeyan da kirin.
Di xebata Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Siwêregê da 40 hêlînên wekî punikan hatine çêkirin di darên li parkên Xazî, Lezgo, Axaçxan û Kanlikuyuyê da kirin.
Di çarçoveya projeya punikên çivîkan da ji bo çivîk di sermayê da ji xwe ra hêlînan çêbikin tê pîlankirin ku punikan di darên li park û baxçeyên din da jî bikin.
Haci Ahmet Onculê Alîkarê Şaredar daxuyanî da nûçegihanan û got armanca wan ew e ku hezkirina çivîkan di dilê gel da bi cî bikin.
Oncul diyar kir ku projeya punikan welatî memnun kirin û wiha xivî: "Armanca me ew e ku çivîk zivistanê di hêlînên germ da sitar bibin. Welatiyên me dema bi zarokên xwe ra li parkan digerin û van hêlînan dibînin ew ê ji wan ra qala vê bikin, zarokên xwe hînî heywanan bikin û zarok jî ji heywanan hez bikin. Ji bo zarokên me ji heywanan hez bikin me ev çêkirin. Dema zarok punikan dibînin fehm dikin ku hewcedariya çivîkan bi hêlînan heye."