Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li navenda giştî ya partiya xwe heyeta Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê qebûl kir. Demirtaş beriya hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivand.
Li ser pirsa "Serokomar Erdogan got ku 'Êdî pirsgirêka kurd tune. Hûn çi dixwazin?' wiha axivî: "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan nêzîkî hilbijartinê bi propagandayê ve dixwaze rojevekî çêbike. Di hemû hilbijartinan de heman tiştan dubare dike. Hûnê bibînin, ew ê di demek nêz de niqaşa îdamkirina Abdullah Ocalan jî bide destpêkirin. Ev gotin, beriya hilbijartinê ji bo rayên nijadperest in. Yanî ev gotin ji dilê Serokomar nayên, ji bo hilbijartinê ye."
Demirtaş destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên azadiyê û demokratîkbûnê heye û wiha axivî: "Ji wî re bimîne ew dixwaze li vî welatî bila tu nijad behsa pirsgirêkên xwe neke. Pirsgirêka her kesî heye. Pirsgirêka herî mezin a îro tekanebûn e, dîktatorbûn e, zext û otorîte ye. Navê vê pirsgirêkê jî pirsgirêka AKPê ye. Li gor me pirsgirêka herî cidî û acil a Tirkiyeyê ye. Înşallah em ê di 7ê hezîranê de vê pirsgirêkê çareser bikin."
- Niqaşên li ser peyama Newrozê
Li ser pirsa 'Piştî ziyareta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder hin daxuyanî dan. Hûn ji bo peyama Newrozê çi hêvî dikin?' wiha axivî: "Em hê nizanin ku di Newrozê de bangeke çawa wê bê kirin. Metneke nivîskî wê bê amadekirin. Ji xwe der barê vê de li Îmraliyê niqaş hatin kirin. Em bendêne ku daxuyaniyên nêtan bi awayekî xurt bên destnîşankirin."
Demirtaş wiha dewam kir: "Wek ku HDP der barê vê de pirsgirêkan derdixe diaxivin û ev jî neheqî ye. Peyam çawa tê dayîn bila bê dayîn ji bo me naveroka peyamê girîng e. Lê heke bidîmen an bideng bibe, bandora peyamê wê di raya giştî de zêdetir bibe. Me piştgirî dabû vê. Lê hikûmet wek ku li qereqolê rastiyê bibêje û di dadgehê de gotina xwe biguherîne tevdigere.Axaftinên li Îmraliyê dema ji wir derdikeve înkar dike. Ev jî dibe sedema bêbaweriyê û qeyraneke cidî. Li gor me çi dibe bila bibe divê pêvajoya çareseriyê dewam bike û wek HDP em ê piştgiriyê bidin vê. Hewcedariya vî welatî ya aştiyê heye. Êdî xwîn naherike û divê ev rewş mayînde bibe, ev jî deynê sitûyê me hemûyan e. Wek HDP em baweriya xwe tu polîtîkayên AKPyê ya der barê aştî û azadiyê naynin."
- Neqilkirina girtiyan ya Îmraliyê
Demirtaş li ser pirsa 'Birêz Sirri Sureyya Onder behsa sekreteryaya Ocalan kir û got ku pênc girtî wê herin Îmraliyê. Ev kes diyar bûn an na?' wiha axivî: "Hin girtiyên der barê wan de niqaş tên kirin wê neqil bibin. Îro an sibê wê bê eşkerekirin. Piştî ku ev neql çêbû hûnê pê bihisin wê baştir be. Li ser van navan lihevkirin çêbû. Him ji bo ewlehiya wan kesan û him jî ewlehiya Birêz Ocalan li ser van navan pêşniyarî hatin kirin. Di raya giştî de hin nav tên gotin. Ez nikarim bibêjim hemû rast in, lê di nav çend rojan de dema mijar zelal bû em ê agahiyê bidin we."
Ji bo gavên ku bên avêtin de jî Demirtaş wiha got: "Heta niha ev du salin hin gav hê nehatin avêtin. Di nav vî hefteyê de ev gav wê bên avêtin an na em nizanin. Heke bên avêtin ew ê ji bo pêvajoyê baş bibe. Lê ez vê meraq dikim bi rastî. Heke pirsgirêka kurd tune be, hikûmet kîjan gavan û çima diavêje. Divê mirov ji Serokwezîr û Serokomar bipirse. Di nav hev de wezîfeyeke çawa girtine nizanim. Yek dibêje'pirsgirêka kurd tune', yê din dibêhe 'Em ê ji bo ku pirsgirêka kurd çareser bikin gavan biavêjin'. Ev hemû ji ber hilbijartinê ne."
- Konfederasyonê piştgirî da HDPyê
Serokê Giştî yê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan ên Ewropayê Turgut Oker jî piştî hevdîtina bi Selahattîn Demirtaş re daxuyanî da rojnamevanan.
Oker wiha axivî: "Ji bo ku Tirkiye ji hemû pirsgirêkên xwe yen heta vî rojî xilas bibe divê dev ji senteza tirk û îslamê berde. Şûna vê divê li Tirkiyeyê civakeke pir neteweyî û çandî bê hedefkirin. Ji bo ku pirsgirêkên elewiyan xilas bibin em ê bi HDPyê ve hevkariyeke stratejîk bikin. Ji bo ku em hêvî û daxwazên elewiyan eşkere bikin di dawiya heftê me li Frankfurtê civînek li dar xist. 265 serokên şaxan beşdarî vê civînê bûn. Di vê civînê de biryar hat dayîn ku ji bo ku HDP bendavê derbas bibe hemû elewî wê piştgiriyê bidin HDPyê."