Türkan Tosun
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan beriya ku here Îngiltereyê li Balafirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Erdogan got ew girîngiyê didin hevkariya bi Qraltiya Yekbûyî ra û wiha axivî: "Em wek Tirkiye girîngiyê didin hevkariya bi Qraltiya Yekbûyî ra. Foruma Zimanê Şêrîn jî tesîreke mezin li ser vê dike. Wek Tirkiye û Qraltiya Yekbûyî em dixwazin hevkariya me ya aboriyê piştî Bretîxê jî bê navber dewam bike."
- Mijara efûyê
Li ser pirseke mijara efûyê ya ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî daxuyandibû de jî Erdogan wiha got: "Ev daxwaz an jî teklîfa Bahçelî ya wî bi xwe ye. Lê niha di rojeva hikûmeta me da mijara efûyê tune."
Serokomar Erdogan got faîz di qada aboriyê de sedema hemû xirabiyan e.
Li ser pirseke der barê lîsteya namzedên parlamenteran de Erdogan got navên nû wê bikevin lîsteyê û wiha dewam kir: "Em wek partî her tim kadroya xwe, hucreyên xwe nû dikin û li ku kêmasiyek hebe hewl didin ji holê rakin. Ji ber vê heke li vir an jî li ku tu pirsgirêkek, kêmasiyek hebe em ê hewl bidin ku vê ji holê rakin û kadroyeke nû ava bikin. Li gor me siyaset ne ew tişte ku parlamenteran bibin Enqereyê. Tiştekî wisa nabe. Hevalên me yên parlamenter divê teqez heqê vî karî bidin û binê vî barî derkevin."
Erdogan piştî civîna çapemeniyê ji bo ku hevdîtinên fermî bike çû Îngiltereyê.