Türkan Tosun
13 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
AGRI
Li Xamura navçeya Agiriyê Fuara Zanistê ya 4006an a TUBÎTAKê hat vekirin.
Xwendekarên Dibistana Navîn a Herêma Razemenî ya Xamurê di qadên cuda de 52 proje amade kirin.
Projeyên xwendekaran li salona sporê ya dibistanê di Fuara Zanistê ya 4006an a TUBÎTAKê de hatin nîşandan.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê Kaya Karakoç di merasima vekirinê ya fuarê de axivî û got projeyên xwendekaran pir baş in û him rêvebirên dibistanê û him jî xwendekar pîroz kirin.
Midûrê Dibistanê Turgut Taka jî got di fuarê de 52 projeyên ku ji hêla 69 xwendekaran ve hatine çêkirin cih digrin.
Taka got 16 mamosteyên rêber jî di van projeyan de wezîfedar in û armanc ew e ku rûhê lêkolînê, qabiliyet û xiyalê li ber zarokan bê vekirin.