Önder Beyter
18 Nîsan 2018•Rojanekirin: 19 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê hevdîtina xwe ya ligel Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî da li Kuliyeya Serokomariyê daxuyaniyê da.
Serokomar Erdogan der heqê hevdîtina xwe ya ligel Bahçelî da wiha got, "Derfeta me çêbû ku em pêşniyaza pêşdahildana hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê ya ku li TBMMyê di komcivînê da îfade kiribû, binirxînin."
Herwiha Erdogan ragihand ku hilbijartina giştî ya parlamenteriyê û ya serokomariyê wê 24ê Hezîrana 2018an roja yekşemê werin kirin.
Serokomar Erdogan bal kişand ku der heqê mijarê da pêvajoya qanûnî wê zûtirekî were destpêkirin û wiha got, "Lijneya Bilind a Hilbijartinê jî bêşik wê destxwera dest bi amadekariyên xwe bike."
Erdogan ji bo pêşdahildana hilbijartinan da wiha got, "Çi operasyonên me yên dervayî sînor ku em li Sûriyeyê dimeşînin çi Iraq û Sûriye navend hedîseyên dîrokî û girîng ên ku li herêma me rû didin, li ser Tirkiyeyê ferz kirine ku di dema herî nêzîk da nediyariyan li paş xwe bihêle."