Türkan Tosun
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ANKARA
Giştînameya der barê hilbijartinên parlamenteran û Serokomar ji hêla Serokwezîr Bînalî Yildirim va hat îmzekirin û ew di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di firkaya (A)yê ya madeya 21emîn a berwext a Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de wiha tê gotin "Hilbijartina Giştî ya Parlamenteran a Heyama Rêzikdanînê ya 27emîn a Meclisa Gel a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) û Hilbijartina Serokomariyê di 3yê mijdara 2019an de bi hev ra tên kirin. Heta dîroka hilbijartinê wezîfeya Serokomar û endamên TBMMyê dewam dike. Heke Meclis biryara hilbijartinê bide Hilbijartina Giştî ya Parlamenteran ya Heyama Rêzikdanînê ya 27emîn û Hilbijartina Serokomariyê bi hev ra tên kirin." Di giştînameya ku Serokwezîr îmze kir de vê hukmê qanûnê cih girt.
Hat bibîrxistin hilbijartinên giştî yên TBMMyê wê ji nû va bên kirin û ewê di 24ê hezîrana 2018an de çêbibin.
Di giştînameyê de hat gotin serokatiya lijneya hilbijartinê û lijneyên hilbijartinê heke alavên wek komputer, jenerator, wesayît, modem û tîştên din û xebatkarên pispor ên ku dikarin van alavan baş bi kar bînin bixwazin, ewê bên şandin.
Hat gotin di vê çarçoveyê da amirên mulkî, rêvebirên saziyên kamuyê, rêvebirên banqeyên kamuyê û hêzên ewlehiyê hemû tevdîrên ku hewce dikin wê bibînin, wê hesas tevbigerin ku tu pirsgirêkek dernekeve.