Haydar Şahin
03 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
ADANA
Li Edeneyê di 82 operasyonên ku di meha nîsanê da hatin kirin da 359 şikbar hatin binçavkirin ji wan 80 kes hatin girtin û 25 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Ekîbên polêsan meha çûyî li Seyhan, Çukurova, Sariçam û Yuregira navçeyên Edeneyê 82 operasyon birin ser bazirganên hişbirê.
Di operasyonan da 275 kîlo û 315 qram eroîn, 281 kîlo û 850 qram esrar, 343 hezar û 810 hebên hişbirê, 211 serî kirkirk, 273 qram kokaîn, 2 debaçeyên bêrusqet, 5 tivingên bêrusqet ên nêçîrê, 38 hezar û 335 lire pereyê ku dibêjin ji hişbirê hatiye qezenckirin hatin girtin.
Ji 359 şikbarên hatin binçavkirin 80 kes hatin girtin û 25 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
- "Di nav 7 mehan da 792 bazirganên hişbirê hatin girtin"
Selamî Yildizê Midûrê Ewlekariya Edeneyê diyar kir ku têkoşîna dijî hişbirê bênavber dewam dike û wiha pê da çû:
"Me ji bazirganên hişbirê ra gotibû em ê destûrê nedin ku pêşeroja me bidizin. Em ê wekî Midûriyeta Ewlekariya Edeneyê têkoşîna xwe bidomînin. Ez ji kesên ku aliyê me kirin ra sipas dikim. Me di nav 7 mehan da 792 bazirganên hişbirê derdest kirin û teslîmî edaletê kirin û hatin girtin. Me kêmzêde nîv ton hişbir û eroîn girt. Em ê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin."