Ekip
25 Tebax 2017•Rojanekirin: 25 Tebax 2017
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Der barê qanûna Misteşariya MÎTê de guherînek çêbû. Ji vir pê va Birêz Serokomarê me wê der barê Musteşariya MÎTê de hemû biryaran bide. Dema em li referanduma 16ê nîsanê dinihêrin, jixwe di sîstema nû de Misteşariya MÎTê û hemu saziyên din di bin banê Serokomariyê de kom dibin. Ji ber vê ev guherîna ku çêbû li gor guherîna sîstema hikûmetê ya 16ê nîsanê ye. Di saziyên qamûyê de qaîde esas in, li gor mewzuatê her kes wezîfe û rayeya ku tê dayîn dike. Ji ber vê, şîrovekirina vê meseleyê wek bêîtîmadiya Serokwezîr an jî tiştekî din niyeteke nebaş e."
Serokwezîr Yildirim ji ber ku sepandina cil û bergên yekcure yên mehkûman di biryarnameya îro hat weşandin da cî negirt wiha got: "Wezareta Dadê hê xebata xwe ya di vê mijarê da temam nekiriye. Xebat dewam dikin."
"(Gotinên Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê yên li ser Tirkiyeyê) Ji serê wî zêde ye. Bira li karê xwe mêze bike. Bira li karên welatê xwe mêze bikin, nexebitin ku Tirkiyeyê bixin rêzê. Tu kes nikare Tirkiyeyê têxe rêzê. Heqê tu kesî jî tune ku tevlî karên navxweyî yên Tirkiyeyê bibe, ji hedê wan zêde ye."