Abdullah Tel
12 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
ANKARA
Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî daxuyanî da nûçegihana AAyê û biryara Amerîkayê ya ku ji bo pola-hesin sedî 25 û ji bo alumînyûm jî sedî 10 îlawe baca gumrukê kiribû rewacê bi bîr xist û got ku hin welat ji vê sepandinê bexşbar in.
Zeybekçî destnîşan kir ku hin welêt bi kotayê ji wê sepandinê hatin xilaskirin, hin welat li derveyî sepandinê hatin hiştin û Yekîtiya Ewropayê, Koreya Başûr, Brezîlya û Meksîka jî qet tevlî sepandinê nehatin kirin.
Di axaftina xwe da Zeybekçî destnîşan kir ku welatên wek Tirkiye, Çîn û Hindistanê ji tevlî wê muafiyetê nehatin kirin û lê Tirkiyeyê ji rayedarên Amerîkayê ra him devkî û him jî bi nivîskî peyamên xwe şand.
Wezîrê Aboriyê Zeybekçî destnîşan kir ku Tirkiye di qada bazirganiya hesin-polaya bi Amerîkayê da kêmasiya bazirganiyê hîs dike û wiha pê da çû: "Em îxracateke bi bergîdana milyar û 180 milyon dolarî digire dişînin wir û ji wê derê jî bi bergîdana milyar û 300 milyon dolarî zêdetir mal dikirin. Me vê yekê ji wan ra got. Me ji wan ra got ku Tirkiye divê li derveyî vê sepandinê be. Li Rêxistina Bazirganiyê ya Dinyayê da jî ji bo vê yekê me hin xebat kir û hewl da. Herî dawîn, ji vê hefteyê pê va em xeberê didin wan ku emê jî wek Tirkiye gavên li hemberî sepandinê biavêjin. Me ji wan ra got ku heman sepandina ku hun dikin em jî dikarin li hemberî malên hûn Tirkiyeyê bikin rewacê. Em dikarin vê zûtir jî bikin. Di bazirganiya navbera Tirkiye û Amerîkayê da dibe ku em bikevin pêvajoyeke ku ji vê bazirganiyê Amerîka zêdetir zirarê bibîne. Lê em dîsa jî hemû deriyan hevdîtinê vekirî dihêlin."
Zeybekçî destnîşan kir ku ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê ew pêvajoyê ji nêz va dişopînin.
Ji polayê ku Amerîkayê sala par ji derveyê welêt kirîbû sedî 6ê wî Tirkiyeyê şandiye.