Abdullah Tel
12 Gulan 2018•Rojanekirin: 13 Gulan 2018
ANKARA
Rênumaya kampanyaya MHPyê ya ji bo hilbijartinê hat weşandin.
Ji ser malpera "www.cumhurittifakimilletakli.com"ê ya ji bo Îtifaqa Cumhûrê "Rênumaya kampanyaya Hilbijartina Serokomarî û Perlementeriyê" hat weşandin.
Di rênumaya da hat gotin ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî wê danezana hilbijartinê di civîna 26ê gulanê ya li Eywana Sporê ya Enqereyê bê kirin da, eşkere bike.
Di muzîk, vîdeo, afîş û druşmên ku MHP wê di dema kampanyaya hilbijartinê bikar bîne da îfadeya "Aqilê Miletê Îtifaqa Cumhûrê" cih digire.