Elif Orhan
18 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku tu têkiliya Şemsettîn Ozaykanê ku li çapemeniya civakî û hin malperan de vîdeoya wî hatiye weşandin bi TRT Kurdî re tune.
TRT Kurdî daxuyaniyek da û diyar kir ku di çapemeniya civakî de bi serenava "Bernamekarê TRT Kurdî Şemsettîn Ozaykan: Kesê ku nimêj neke tê darvekirin" vîdeoyek heye û hin malperên nûçeyan jî vê wek nûçe bi kar anîne.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ku tu têkiliya Ozaykan bi TRT Kurdî re tune û wiha hat gotin:
"Tu têkiliya Şemsettîn Ozaykan bi TRT Kurdî re tune, bernamekar nîne û qet nebûye. Axaftina navborî ku ekranên TRT Kurdî nehatiye kirin. Tu têkiliya vîdeoya navborî bi TRT Kurdî re tune. Şemsettîn Ozaykan di sala 2013an de di meha remezanê de carekî bûyer mêvanê bernameya Berekata Paşîvê ya TRT 6ê û dîmenê vê bernameyê girtine û Ozaykan wekî bernamekarê "TRT Kurdî" nîşan dane û her wekî ew axaftina di TRT Kurdî de hatiye kirin pêşkêş kirine û ev yek ji bilî niyedxirabiyê tiştekî din nîne. Der heqê kes û saziyên ku vîdeoya navborî bi qenala me re têkildar dike û navbeynkariya bê kampanyaya reşkirinê dike de dê teşebûsên hiqûqî bên kirin."