06 Adar 2018•Rojanekirin: 07 Adar 2018
GAZÎANTEP
Mehmetçîk, Ehmed Henanê ku li gundê Bîlal Axa yê Efrînê yê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan hat paqijkirin, bi serê xwe dijiya, anî Tirkiyeyê. Henan dan cem herdu keçên wî yên ku li Islahiyeya navçeya Hatayê dijîn.
Mehmetçîk li gundê Bîlal Axa yê Efrînê yê ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê da ji terorîstan hat paqijkirin, rastî kalemêr Henan hat ku Henan li mala xwe bi serê xwe dijiya. Li ser vê, Mehmetçîk di roja 20emîn a operasyonê da Henan anî Tirkiyeyê.
Herwiha berpirsên AFAD û Navenda Xizmetên Civakî, Henanê 65 salî birin û li cem keça wî Semîre Horo ku li Islahiyeya navçeya Entabê dijî, bi cih kirin.
Henan di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku gundê wan 40 kîlometre dûrî Efrînê ye û herwiha eskerê Tirk ew xilas kir û anî Tirkiyeyê.
Henan daxwaz kir ku keça wî Sediye û jina wî Arzî yên ku li Efrînê mane jî bira bînin Tirkiyeyê û wiha dewam kir, "Dema eskerê Tirk ber êvarê di nava gund da dewriye digerand, ez dîtim û ez xilsa kirim. Li gund pezê me heye û ji ber hindê keça min û jina min li wir man. Dema eskerên Tirk ez dîtim, ez pir kêfxweş bûm. Eskeran bi min ra miemeleyeke baş kirin. Dema em derbasî Tirkiyeyê bûn, wan ez birim Nexweşxaneya Dewletê ya Hassayê û herwiha ez li wir hatim tedawîkirin."
Henan bal kişand, ji ber ku gundê wan dûrî Efrînê ye, mensûbên rêxistina terorê PKK/YPGyê dema karê wan çêdibû, dihatin gund û wiha dewam kir, "Lêbelê paşê baz dan. Xwedê ji eskerê Tirk ku ez xilas kirim û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan razî be."