İbrahim Atmaca
14 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2018
İZMİR
Li Menderesa navçeya Îzmirê kamyona ku koçberên bêdestûr tê da bûn wergeriya û li gor tespîtên ewil di qezayê da zarok jî di nav da 22 kes mirin, 13 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan kamyona ku ji alî Aydinê ber bi Îzmirê va diçû, li navçeya Menderesê ji rê derket û wergeriya nav Degîrmençayê.
Kesên bûyer dîtin xeber dan rayedaran û li ser vê ekîbên polês, tenduristî û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Li gor tespîtên ewil di qezayê da zarok jî di nav 22 kes mirin, 13 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan va rakirin nexweşxaneyên der û dorê.