İbrahim Atmaca
14 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 16 Cotmeh 2018
ERZURUM
Li 3 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê tavî û teyrok wê çêbibe.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê danê sibê kêmewrayî û sayî be, piştî nîvro tê payîn ku li der û dora başûrê rojhilata Erziromê û Erzincan û Agiriyê tavî û teyrok çêbe.
Li herêmê tê payîn ku germahî li gor demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê pileyek, li Qersê 7, li Agiriyê 4, li Erziromê 5, li Îdirê 9, li Tuncelî û Erzincanê 10 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa herî zêde wê li Tunceliyê 27, li Erzincanê 24, li Îdirê 26, li Agiriyê 23, li Erzirom û Erdexanê 20 û li Qersê 19 pile be.