Türkan Tosun
08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2019
GAZÎANTEP
Perçeyên mozaîka "Keçika Qereçî" yên ku piştî 60 salan ji Ohioya eyaleta Amerîkayê anîn Tirkiyeyê eleqeya ji bo Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê zêde kir.
Şaredara Şaredariya Mezin a Gazîentabê Fatma Şahînê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand armanca Gazîentabê ya sala 2018an "milyonek turîst" bû û ew gihîştine vê armancê, ji ber vê ew pir kêfxweş in.
Şahînê got 12 perçeyên mozaîka "Keçika Qereçî" yên ku ji Amerîkayê anîn Tirkiyeyê sembola Gazîentabê ne û wiha axivî: "Keçika Qereçî gihîşte malbata xwe, hesreteke 60 salî qediya û me ji bo vê çalakiyeke pir baş kir. Ev ji bo berhemên me yên li dervayî welêt bû mînak ku ew dikarin vegerin welêt. Nîşandana wan a li vir ferqeke mezin derxist holê. Yên dibêjin 'me berê dîtibû' werin vê carê malbata Keçika Qereçî bibînin. Cureyên çûkan bibînin, xwîşka wê Belqisê bibînin, sedema hatina we heye, werin."
Şahînê bal kişande sezona turîzmê û got her çiqas zivistan e, di turîzmê da li herêmê ger û xebat di meha nîsanê da dest pê bikin jî gelek turîst tên Gazîentabê û wiha dewam kir: "Di sala 2018an da 270 hezar ziyaretvan hatin muzeya me. Di nav vê mehê da jî li gor salên berê meha çileya paşîn hejmara ziyaretvanan zêde ye. Sedema vê jî perçeyên nû yên Keçika Qereçî ye. Xweşa civakê çû, mereqa wan zêde bû. Berhemên me yên li Ewropa û Amerîkayê ji ber ku dikarin vegerînin welêt gel kêfxweş e û dixwazin bibînin. Em ji her kesî ra dibêjin 'Dem hatina dema Gazîentabê' ye û em wan vedixwînin."
Şahînê got 12 perçeyên mozaîkê di 8ê Çileya Pêşîn a 2018an da li Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê da hatin nîşandan, ji wê demê heta niha 14 hezar û 846 kesî "Keçika Qereçî" ziyaret kir.
- Mozaîka "Keçika Qereçî"
Perçeyên mozaîka "Keçika Qereçî" di salên 1960î da bi awayekî dereqanûnî ji Nîzîpa navçeya Gazîentabê hatibûn derxistin.
12 perçeyên "Keçika Qereçî" yên winda li Zanîngeha Dewletê ya Bowlîng Grêênê hatibûn dîtin. Zanîngehê 35 hezar dolar dabû kesekî bi navê Peter Marksê tucarê hunerê ye û ev perçe stendibûn. Ji wê demê pê va ev mozaîk li Navenda Hunerê ya Wolfê dihatin nîşandan. Tirkiyeyê qasî 5,5 salan hevdîtin kiribûn ku van perçeyan bîne welêt.
Di 15ê Gulana 2018an da di navbera Wezareta Çand û Turîzmê û Zanîngeha Eyaleta Bowlîng Grêênê da peymanek hatibû îmzekirin ku ev mozaîk teslîmî Tirkiyeyê bên kirin.
Di 28ê Mijdara 2018an da mozaîk ji Chîcagoyê anîbûn Gazîentabê û di 8ê Çileya Pêşîn a 2018an da ew li Muzeya Mozaîkê ya Zeugmayê da hatibûn nîşandan.