08 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2019
ANKARA
Li Enqereyê ji 32 berşikên ku bi îdiaya propagandaya rêxistina terorê PKK/KCKyê kirine û peywendiya wan bi rêxistinê ra heye der heqê wan da biryara binçavkirinê hat derxistin, 22 jê hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna deşîfrekirina fealiyetên rêxistinê li Enqereyê da der heqê 32 kesên ku "propagandaya rêxistinê kirine" û "peywendiya wan a bi rêxistinê ra hat tesbîtkirin" da biryara binçavkirinê hat derxistin.
Ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê jî di çarçoveya biryara serdozgeriyê da ji berşikên ku ji bo wan biryara binçavkirinê hat derxistin, 22 jê girtin.