17 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
ANKARA
17 milyon û 588 hezar û 958 xwendekarên ku di pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê da dixwînin îro karneyên xwe distînin.
Ji ber ku heyama perwerdeyê ya 2015-2016an diqede Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz îro wê li Enqereyê beşdarî merasima karnedayînê bibe.
Li pêşiya xwendekarên dibistana seretayî, dibistana navîn û lîseyê ku îsal diqedînin heya qeydan heye.
Kesên ku ji lîseyê mezûn bûn beriya betlaneya havînê ji bo dest bi zanîngehê bikin wê bikevin 2016 LYSyê ku milyonek û 73 hezar 18 kesî serî lê daye.
Ezmûnên Bicîbûna Lîsansê (LYS) wê li 81 bajarî û Lefkoşayê were kirin. LYS-4 18ê Hezîranê; LYS-1 19ê Hezîranê; LYS-2 û LYS-5 25ê Hezîranê û LYS-3 26ê Hezîranê wê bên çêkirin.
Heyama 2016-2017an wê piştî eyda Qurbanê di 19ê îlonê da dest pê bike.