Sevim Hatun
19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu ra kir da got: "Divê em ji vir û pê va bi baldarî tevbigerin. Dibe ku wexta ku ev kar tên kirin hin provokator derbikevin meydanê. Divê em firsendê nedine wan kesan. Divê em bersiva kesên ku hewl dan van tiştan bikin jî di gavê da bidin."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di daxuyaniya hevpar a ku bi Serokwezîr Bînalî Yildirim ra da got: "Hin qisawetên min hebûn, min ew ji bi Birêz Serokwezîr re got. Bi taybetî jî ew bûyerên tundiyê yên li hemberî wan esker û eskerên birûtbe rast nebûn û min jê xwest ku lazim e ev bê lêkolîn. Rageşiya di nav civakê da ji holê rakirin wezifeya me ya hevpar e."
Serokwezîr Yildirim di daxuyaniya hevbeş ya ligel Serokê Giştî yê CHPyê Kiliçdaroglu da wiha got: "Tirkiye dewleta hiqûqê ye. Wê di nav hiqûqê kar bên meşandin û kesên ku xeletî û şaşiyê kirine teslimî edaleta tirkan bikin. Peyra edalet çi hewce dike wê bike. Tu kes nikare bi hewldaneke fizîkî bersivê bide û bi hesta tolhildanê tevbigere. Di dewleta hiqûqê da ev nayê qebûlkirin."
Serokwezîr Yildirim, di daxuyaniya xwe ya hevbeş ya digel Serokê Giştiyê CHPê Kiliçdaroglu da got, "Hesasiyeta me ya der barê hinek dîmenên ku di tora civakî da belav dibin da gelekî bilind e û midaxeleyên pêwîst tên kirin. Ji vê pê di dema cihbicihkirina wezîfeyê da, yên ku li dervayê hiqûqê tevbigerin bi şiklekî tund wê bersiva wan bê dayîn. Îro pêwîstiya me bi yekîtî û bihevrayiyê heye, pêwîstiya me bi xurtkirina biratiyê heye."