19 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2016
TRABZON
Waliyê Trabzonê Yucel Yavuz diyar kir ku di êrîşa terorî ya dijî ekîbên polêsan ên ku li Maçkaya navçeya Trabzonê kontrola rê dikirin da 2 polês şehît ketin, 5 polês û welatiyek jî birîndar bûn.
Yavuz der barê êrîşê da daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa terorî ya li Maçkaya navçeya Trabzonê ku di saet 08.30yî da dijî ekîbên polêsan ên kontrola rê dikirin hat kirin bi bîr xist. Di daxuyaniya walî da hat gotin ku di êrîşê da 2 polês şehît ketin yek jê sivîl û 5 jî polês 6 kes jî birîndar bûn.
Waliyê Trabzonê ragihand ku ji bo qefaltina terorîstên êrîş li dar xistin li herêmê operasyonê dest pê kir.