Haydar Şahin
13 Mijdar 2018•Rojanekirin: 14 Mijdar 2018
ELAZIG
Li Xarputa taxa dîrokî ya Elezîzê zinarê bi navê "Kevirê Ejderha"yê tê zanîn û di gelek efsaneyan da qalê dikin ew ê ji bo tûrîzmê were vekirin.
Zinarê li qada 520 metreqere erdî yê wekî Kevirê Ejderhayê tê zanîn ê bi şiklê xwe yê dişibe ejderhayê 2 kîlomêtre li dûrî taxa dîrokî ye. Buroya Kontrol Pêkanîn û Parastinê ya Şaredariya Elezîzê (KUDEB) zinar hilda parastinê.
Çîrokên ku gelê herêmê li ser vî zinarî qalê dikin di pirtûkan da jî bû mijar. Piştî xebatên werin kirin ew ê zinêr ji tûrîzmê ra vekin.
Kadîr Aticiyê pisporê dîroka hunerê û berpirsyarê KUDEBê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Xarput ji heyamên antîk vir da li Anadoluyê ji şaristaniyên wekî Urartu, Pers, Roma, Bîzans, Selçûqî û Osmaniyan ra malxwedîtî kiriye.
Atici destnîşan kir ku xêncî rêzçên dîrokî li Xarputê mîrata devkî û nivîskî jî gelekî dewlemend e, Kevirê Ejderhayê yê li taxa dîrokî jî vê rewşê nîşan did.
Atici got zinarê ku gelê herêmê li ser çîrok nivîsandine dem ser ra derbas bûye hêrifîye û ax ketiye ser, nika kevir hildan parastinê axa li ser zinar paqij dikin û wiha pê da çû:
"Kevirê Ejderhayê zinarekî tebiî ye ji ber vê jî her tim li dewsa xwe disekinî lêbelê ax zehf royê wê derê kiribûn û di parastinê da jî nebû, hindik mabû kevir ji holê rabe. Me wekî Şaredariya Elezîzê xebat dan destpêkirin û dora kêvir paqij kir, ji bo ji çanda xwe ya devkî sîtifade bikin der û dor sererast kir. Me tevahiyê axa royê ser kêvir kiribûn rakir. Êdî Kevirê Ejderhayê tam xanê dike."
- Li gor çîrokê "ejderha û çêjikên wê bûn kevir
Berpirsyarê KUDEBê Atici got ku gel hê qala çîrokên li ser Kevirê Ejderhayê dike.
Atici diyar kir ku gelek nivîskaran çîroka vê derê nivîsîn, ji sedsalên 12-13an şûn da çîroka kêvir bûye efsane û hetanî îro tê qalkirin.
Atici axaftina xwe wiha domand:
"Li gor efsaneyê dibêjin ku ejdehayek û çêjikên wê ber bi Xarputê tên û ew ê merivên li derê bixwin. Gelê herêmê ji ber vê diçe ba Fethî Ehmed Baba. Fethî Ehmed Baba ji alimên sereke yên wê heyamê ye. Merivên wê çaxê ji Fethî Ehmed Baba dixwazin ku bira ji Xwedê dia bike ku Xwedê wan ji vê belayê xilas bike. Fethî Ehmed Baba bi rojan dia dike ku ejderha û çêjikên wê herin. Diayê Fethî Ehmed Baba qebûl dibe ejderha û çêjikên wê 2 kîlomêtre li dûrî Xarputê dibin kevir. Ya rastî ev efsaneyeke çanda devkî ya Xarputê ye."
- Kevirê Ejderhayê ji bo tûrîzmê vekin
Atici got armanca wan ew e ku Kevirê Ejderhayê yê ku wekî Şaredariya Elezîzê hildan parastinê piştî xebatên berfireh di tebaxa 2019an da ji bo tûrîzmê vekin.