Ahmet Aydın
04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
ANKARA
Di 36emîn Kurultaya Asayî ya CHPê de Kemal Kiliçdaroglu dîsan weke Serokê Giştî hat hilbijartin.
Li Hola Werzişê ya Enqereyê di kurultayê de Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Parlementerê Yalovayê Muharrem Înce ji bo serokatiyê çûn hilbijartinê.
Di hilbijartinê de ji 1266 delegeyên qeydkirî 1253an deng da. 1237 oy derbasdar hatin qebûlkirin ji wan Serokê Giştî Kiliçdaroglu 790, Înce jî 447 deng sitand.
Piştî ragihandina encamê Kiliçdaroglu derket ser kursî û axaftina spasiyê kir.