14 Mijdar 2016•Rojanekirin: 14 Mijdar 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş der heqê şehîdkirina Qaymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk da got: "Heya niha 62 kes hatin binçavkirin. 10 ji van hatin berdan, jêpirsîna yên mayîn berdewam e. Kiryarên bûyerê, kiryarên sereke yên bûyerê hatine girtin. Ji Stenbolê bi kargoyê şandina bombeyê û heya teqandina wê her ku kê di nava bûyerê da ye, kêm zêde em gihaştine van kesan, li paş van kê hene, evê jî zelal be û bûyerê tevî hemû hûrguliyên xwe bê ronîkirin û hesabê bê pirsîn."