Muhammet Kurşun
21 Nîsan 2017•Rojanekirin: 22 Nîsan 2017
MALATYA
Şaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak û Hevseroka DBPyê Sabahat Tuncel li Mehkemeya Cezayên Giran a Meletiyê tên darizandin.
Ji bo mehkemeya Tuncel û Kişanakê tevdîrên berfireh ên ewlehiyê hatin wergirtin. Kesên ku hatin rûniştinê jî di kontrolên dirêj re hatin derbaskirin.
Mehkeme ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan a HDPyê Dîrayet Taşdemîr, endamên Navenda Kordînasyona Jinan a HDPyê Gulsen Ulker, Zeynep Boga, Ayşe Berktay, Beycan Taşkiran, Hevseroka KCDyê Leyla Guven û çavdêrên biyanî yên ji welatên wek Swîsreyê hatibûn hat taqîbkirin.
Kişanakê di parastina xwe de got, "Ev dozeke siyasî ye, divê em van nîqaş bikin", serokê mehkemeyê Kiliç jî di cewabê de got, "Ev der ne cihê nîqaşê ye, ev der mehkeme ye. Mehkeme ne cihên nîqaşê ne. Sûcdarî çi bin cewaba wan bide."
Kişanakê li ser vê wiha axivî: "Ev doz ji 2011an dest pê dike. Heta dûrtir diçe. Baş e çima di wextê xwe de nehat kirin? Ji bo xeberdaneke min a 6 sal berê çima sekinîn? Eger sûc hebe çima wê demê doz nehat vekirin niha tê vekirin? "
Piştre serokê mehkemeyê Kiliç navber da rûniştinê.