Önder Beyter
08 Tebax 2018•Rojanekirin: 10 Tebax 2018
VAN
Li Çaldirana navçeya Wanê, kudikê hirçê yê birçî ku serê wî di tenekeyê da asê ma, bi hewla ekîbên zabiteyan xilas bû.
Li tanga Gola Qazan welatî rastî kudikê ku serê wî di tenekeyê da asê ma, hatin.
Welatiyan paşê ferq kir ku kudik xwe dibe tîne da ku serê xwe ji tenekeyê derxe û xeber dan ekîbên zabiteyan.
Ekîbên ku hatin cem kudik, bi alîkariya beytaran kudik qefalt û bi meqesê va teneke jê kirin.
Serê kudikê bi xebateke nîv saetî ji teneke derxistin û berdan çolê.