Abdullah Tel
16 Îlon 2017•Rojanekirin: 17 Îlon 2017
ERZURUM
Tê payîn ku wê li 4 bajarên ser herêma Rojhilatê Anadoluyê şilî bibare.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê hat hildan li seranserê herêmê wê hewa sayî û kêm ewrayî be.
Tê texmînkirin ku di saetên nava rojê da wê li derdora Agirî, Qers û Erdexanê û rojhilatê Erziromê şiliyê bi guregura ewran bibare.
Germahiya hewayê jî li gor demsalê di navbera 3 û 5 pileyan da zêde ye û li herêmê jî wê bayekî hênik bê û car caran jî ba zêde bê.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Erdexanê 7, Erziromê 12, Qersê 9, Agiriyê 14, Erzinganê 15, Îdir û Tunceliyê jî 17 pile hat pîvandin.
Tê payîn ku germahiya herî zêde ya nava rojê jî li Tunceliyê 37, Erzinganê 35, Îdirê 33, Agirî, Erzirom, Qers û Erdexanê jî 28 pile be.