Türkan Tosun
28 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2018
ADIYAMAN
Li Adiyamanê di navbera du koman da pevçûn derket, 3 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan li taxa Sumerevlerê di navbera du koman da ji ber sedemeke nediyar niqaş derket.
Niqaşa koman mezin bû û wan bi daran va li hev xistin.
Di pevçûnê da C.K. û 2 kesên ku navên wan hê nehatine diyarkirin ji serê xwe birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Zanîngeha Adiyamanê û nexweşxaneyên din.
Hat ragihandin rewşa birîndaran baş e.
Polês der barê bûyerê da lêkolînê dikin.